Xetoyê Dînik

Mehmet Erbey
Merheba ji wer canik û camêrno. Ez wê rojê bo serdana dostekî çûme Dêrika çiyayê mazî. Dêrik û şêniyên wê şênên. Û vê yeke Mêrdînî giş zanin. Bi erdingariya xwe balkêş e. Hêlek wê çiya ye û hêlek wê jî deşt e. Di serî de bi zeytûnên xwe û bi hêjîr û hinarên xwe bi nav û deng e. Dahlên wêyî ku das lê neketiye, bo gel tabana şûna seyrangehê. Kaniya xabê, sal duwazdeh meh bi xum xumîn diherike.

Mirovên wê jî cuda û balkêş in. Berî her tiştî kêfçî û qerfok in. Ji her tiştî karin kêfêkê derxin. Ku merê li civata wan rûdinê, ji kena devê merê nagihê hevdû. Pir didin çêra û bo wan konut yek ji rêzê ye. Ji çêran kes xwe ne aciz dike û ne jî pê diêşe. Kes nikare bi wan û üzücü wan wer li merêye.

Gelek hêl û meselêyên wan hene, ku ez niha li vir nikarim bibêjim. Ez bibêjim tabana ku ez careke dinê nikaribim herim Dêrikê. Û tabana ku ez şaş bim jî. Ji ber ku camêra pir fireh in. Tew tahminen, ew xwe bixeyîdînin û bibêjin te çima qala mesêleyên meyî dinê nekir. Hela piştî vê nivîsê ezê li rewşê binêrim.

Belê weke me go, mirovên Dêrikê şênên û weke her car vê deva jî ku min berê xwe da Dêrikê min go ka hela bê dost û hevalên Dêrikê wê çawa me şên bikin.

Ku ez gihaştim Dêrikê, ji tîna min berê xwe da dikanêkê û min ji dikandar got:
-Xalo ji kerema xwe tu kare şûşak av bi min dî?
Xalo di bin berçavka xwe de, wa dirêj dirêj li min nerî û bi qerf got:
+Wey li ser herdu qulê çavên min.
Ez keniyam û min di lisana xwe de go va me destpê kir. Ez fikirîm û min go gerek ez di bin peyva xalo de nemînim. Ku şûşe dirêjî min kir, min jê re go:
-Herdu qulê çavên te neêşe xalo.
Xalo bi meraq li min nerî û got:
+Xwarzê tu ji Dêrikê ye?
Min go na xalo, ez ne ji Dêrikê me, lê min hindik nanê Dêrikiya nexwariye. Xalo keniya û go xuyayê te pir nanê me xwariye. Ku ez di bin peyva xalo bimama wê ji ser min venegeriya û bi gotina wê îş baniya serê min. Axir ez biaqil tevgeriyam û ez di bin peyva wî de nemam. Ya na min xwe jê xelas nedikir.

Belê piştî ez gihaştim dostên xwe û me bi qerf û henek demek derbas kir, mijar çizgi ser Xetoyê dînik. Te dî sernîvîsa me jî Xetoyê dînik e û gelek caran min gotiye bi serê Xetoyê dînik. Ez vê sondê ji Dêrîkiya fêr bûm. Her çiqas Xeto kesekî dîn bû jî, li ber lisana Dêrikiya pir bi qiymet bû. Bo wê bi serê Xeto sond dixwarin. Xeto şêna Dêrikê bû. Tembûr di desta de, li sûka Dêrikê digeriya û qonser dida. Belê belê we rast xwend.

Xetoyê Dînik

A rastî Xeto ne zanîbû li tembûrê xistaya û ne jî zanîbû stran bigota, lê ku dihat sûkê her kes lê diciviya govend digerandin. Hûn bawer bikin hûnermendê kuça yên di karê xwe de pispor, nikarîbûn ewqas mirov kom bikin û şahiyê deynin. Kesên ku bawer nakin, karin li ser youtubê temaşe bikin. Di berîkên wî de, her tim kevir hebûn. Kesên ku bela xwe tê dida, bi kevira dida ser pişta wan. Hin kes yalnızca ji bo ku Xeto, ji wan re çêra bike bela xwe tê didan. Dêrikî dibêjin; Xeto kes nehiştiye ku ji wan re çêr nekiriye. Û balkêş e, ji vê yeke jî kêfxweş in. Ku ji kesekî gir bigirta tu carî ji gir û qayîşa xwe danediket. Nan û ava wî, zahmet wî û çi pewîstiyê wî hebû Dêrikiyan didanê û digotin deriye bila Xeto bê civata me. Ez çend caran li sûka Dêrikê lê rast hatim, lê ji ber ku bêhna wî teng kiribûn û bi istikrar hêl dida çêra nebû qismet ku ez pêra sohbetê bikin.

Xeto sembola Dêrikê bû. Ji ber vê hezkirina Xeto, Dêrikiya ji şaredariyê daxwaz kir ku peykerî wî li sûkê deynin. Di sala 2003an de şaredariyê peykerî wî û yên birayê wî, yê ku berî wî jiyana xwe ji dest da bû li sûka Dêrikê danîn. Ka rahme kî evqas qiymetê dide dînê xwe. Me belasebeb nego Dêrikî cûda ne. Lê wexta ku kayyum sınır ser şaredariyê bi hin hincetan peykerê wan xera kirin. Xetoyê dînîk her çiqas şên bû, mixabin mirina wî jî evqas trajîk bû. Xeto pir cixare dikişand. Û dibêjin ji agirê cixara wî agir bi mala wî dikeve û bi vî şiklî di sala 2014an de heftê û yek salî jiyana xwe ji dest dide.

Belê Dêrikî şên û cûda ne. Ji ber vê yeke dînê xweyî şên, bi cilde nehiştin û bi deh hezar kesan Xetoyê xweyî dînîk bi rê kirin.

Related Posts

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.